LÛZERN – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Metîna û polîtîkayên hevkariyê yên PDK’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Piştî daxuyaniya KCK’ê ya li Lûzern a Swîsreyê, gelê ku îro li Lûzern Bahnofê bi pêşengiya TCŞ’ê û parlamentoya Lûzernê hatin cem hev, êrîşên dagirkeriyê yên li Metîna hatin destpêkirin protesto kirin. Beriya destpêkirina çalakiyê ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê CDK-S Luzernê Gehver Alturk di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ev tişt got:
“Her kes dizane ku dewleta Tirk a faşîst bi serê xwe ne tiştek e. Ew bi tenê vê yekê nake. Bi hevkarên xwe re vê yekê dike. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker ji bo berfirehkirina operasyonên xwe derbasî herêma Rojhilatê Kurdistanê (ÎRAQ) bû û bi hevkariya malbata Barzanî ya xayîn êrîşî Metîna kir. Tişta ku dixwazin wêrankirina Kurdistanê û kurdan e. Lê divê baş bizanibin ku em bi sedsalan di şer de ne û tu kesî em têk neçû. Ne dewleta Tirk a dagirker û ne jî malbata Barzanî nikarin me têk bibin. Em bi taybetî malbata Barzanî ya xayîn ji ber alîkariya dewleta Tirk a dagirker û faşîst şermezar dikin û tu carî serî li ber wan nadin. Ev dê bibe dawiya wan. Divê ji bîr nekin ku em ê ti carî gerîlayên xwe yên Qehreman bi tenê nehêlin. Li wir bi qehremanî li ber xwe didin û em ê ji vir jî heta ji destê me bê em ê dengê xwe bidin wan. Em bi felsefeya Önder APO mezin bûn û pêş ketin. Em ji Rêber APO fêrî berxwedan û serhildanê bûn. Lewma em ê her tim hebûn û destkeftiyên xwe biparêzin.” got
Gelek caran di çalakiyê de;
Dirûşma
“Bijî Serok APO”“Be Serok Jiyan Nabe”
“Tirkiyeya faşîst”
“Es Lebe Öcalan”
“Es Lebe Pkk”
“Türkische Arme Raus aus Kurdistan” hatin berzkirin.