DÊRAZOR – Zarok maneya dilpaqijbûn û hêviya pêşerojê ne. Ji ber vê yekê, Encûmena Werzîşê ya Dêrezorê hewl dide piştgiriya wan bike û wan pêşbixe.
Di vê çarçoveyê de, Komîteya Çalakiyên Dibistanan a Encûmena Werzîşê ya Dêrezorê ji bo zarokan li kompleksa El-Cezîre ya li herêma Suweydanê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê çalakiyekî werzişî û şahî li dar xist.
Dibistana El-Furat, Dibistana şaredariyê, Dibistana navîn, Dibistana El Rayan û Dibistana El-Qadisiyê beşdarî çalakiyê bûn.
Merasîm bi bixêrhatina mêvanan, Desteya Ciwan û Werzîşê û Encûmena Werzîşê ya Dêrazorê ji aliyê Dibistana El-Furat, ku mazûvaniya çalakiyê bû, destpê kir. Piştre li ser navê Dibistana El-Furat mamoste Salih El-Hemûd axivî. Her wiha, Omer El-Mufleh li ser navê Encûmena El-Cezîre jî axaftin kir.
Di çalakiyê de tîmên futbol, şetrenc û maratonê hatin avakirin. Lîstik ji bo zarokan ne tenê çalakiyek kêfxweşiyê ye, lê ji bo hînkirina jêhatîbûnên nû û pêşxistina şiyanên laşî û derûnî rêyek rastîn e.
Dibistana El Rayan di pileya yekemîn bû û Dibistana El-Qadisiye jî di pileya duyemîn de bû.
Çalakî ji aliyê Encûmena Werzîşê ve bi rêzgirtina ji rêveberiya dibistanê, amadekar û hemû beşdaran re bi dawî bû.