GIRKÊ LEGÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajaroka Girkê Legê perspektîfên Rêber Apo ji bo jinên ciwan xwendin û nîqaş kirin. 10 jinên ciwan beşdarî çalakî bûn.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê nivîsên Rêber Apo derbarê rewşa jinên ciwan, pêwîstî û erkên wan ji bo azadkirina xwe û tevahî civakê hatin xwendin. Piştre nîqaş ji hemû beşdaran re hat vekirin li ser fêmkirina xwe ya nivîsê.