BERLÎN-JXK, (Jinên Xwendekarên Kurdîstan) li Berlînê perwerdeya Dîroka Tevgera Jin û Jineolojiyê dide. Di perwerdeya ku zêdeyî 20 xwendekar beşdar bûn de mijarên wekî Dîroka Kurdistanê, deklerasyona Partiya Karkerên Kurdistanê û rola pêşengên jin ên weke Şehîd Sakîne Cansiz, guhertina paradîgmayê û destpêkirina xebatên Jineolojiyê hatin dayîn û nîqaş hatin kirin. li ser van mijaran hatin lidarxistin.
Bi taybetî di warê Jineolojiyê de, di perwerdeyên ku bi xwendekarên keç ên ciwan ên Kurdistanê re nîqaşên kûr dihatin kirin de li ser çawaniya birêxistinkirina bi perspektîf û rêbazên nû, pirsa “Jîneolojî tê çi wateyê? Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ji ku derket? Di nava tevgera me de pêşengiya jinê çawa derketiye holê? û li ser kîjan esasan xwe bi awayekî bêhempa bi rêxistin dike? gelek nîqaş hatin kirin.
JXK’ê der barê perwerdeyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo semînera bê û bernameyên din jî encam hatine derxistin û li ser vê bingehê dê di demên pêş de proje, bername û semînerên berfirehtir li dar bixin.
JXK’ê got, “Weke zanîngeh em ê bi demokratîkkirina qadên xwe yên jiyanê alternatîfên nû ava bikin.”