TEBQA – Kombûna Jinan a Zenobia îro danê sibê bi beşdariya gelê Tebqayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî xwepêşandanekî girseyî ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser çiyayê Metînayê li dar xist.
Xwepêşandan ji taxa yekemîn dest pê kir. Al û wêneyên Rêber Apo hatin hildan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin, xiyaneta Partiya Demokratîk a Kurdistanê, hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re û êrîşên wan ên li ser çiyayê Metînayê hatin şermezarkirin.
Di gihiştina taxa duyemîn de, beşdaran deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna giyanê şehîdan rawestiyan. Piştre berdefka Kombûna Jinan a Zenobia axivî û bêdengiya rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî binpêkirinên ku li dijî Rêberê Apo tên meşandin û êrîşên dewleta faşîst a Tirk ên li çiyayê Metîna yên li dijî Hêzên Parastina Gel şermezar kir.