NAVENDA NÛÇEYAN – TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger), êrîşên li dijî TV û rêxistinên Kurd bi taybet li Belçîkayê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de TCŞ’ê heman demê de bal kişand ser êrîşên danê sibehê yên li dijî gelê Kurd û saziyên li Fransayê jî, bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo parastina saziyên xwe û li dijî êrîşên faşîzan li cihê ku lê bin dakevin qadan.
Daxuyaniya TCŞ’ê wiha ye: “Nivê şevê êrîşên dewleta Tirk a faşîst a qirker, li Belçîkayê li dijî organên çapemeniya Kurd êrîşek pêk hat. Serdegirtina avahiyên Medya Haber û Stêrk TV ku li dijî êrîşên qirkirinê dengê gelê Kurd in, nayê qebûlkirin.
Ev êrîşa li dijî çapemeniya azad û hemdem binçavkirina kedkarên çapemeniya azad ji aliyê Komara Faşîst a Tirkiyeyê ve tifaqa qirêj a dewleta Belçîkayê derdixe holê. Ev êrîşa li dijî çapemeniya azad, di demeke ku divê herî zêde dengê gelê Kurd were bihîstin, li dijî tevahî gelê Kurd hate kirin. Berê jî gelek caran di çarçoveya berjewendiyên siyasî de bi dewleta Tirk a faşîst re, saziyên Kurdan bûne hedef.
Her wiha dewleta Fransa ku bi hevkariya dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde kiriye, li Parîs û Marsîlyayê bi hinceta binçavkirin û girtinên navendên Çanda Kurd a Demokratîk û endamên wan bi ser malan de girt.
Em weke ciwanên Kurd vê konsepta êrîşa ku bi rêya gelê Kurd tê pêşxistin qebûl nakin. Divê bê zanîn ku em ciwanên Kurd li dijî vê biryara hevpar a qirkirina Kurdan têkoşîna xwe bidomînin.
Di vê çarçoveyê de em weke TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) bang li hemû ciwanên Ewropayê dikin ku ji bo têkbirina vê konseptê û eşkerekirina tifaqa qirêj a Belçîkayê, li her cihê ku lê bin, li dijî faşîzmê bikevin nava liv û tevgerê û saziyên xwe biparêzin.”