NAVENDA NUÇEYAN- Di nûçeya rojnameya De Standart de hate bibîrxistin ku polîsên federal bi ser studyoyên çapemeniya Kurd ên li Denderleeûw’ê de girtin.
Rojnameyê diyar kir ku serdegirtin ji aliyê dozgeriya vederal ve hatiye piştrastkirin û di nûçeya xwe ya spartî dozgeriyê de, nivîsand ku serdegirtin li ser daxwaza Fransayê pêk hatiye.
Di rojnameyê de, ji komeleya Kurd Navbel’ê axaftina Orhan Kiliç jî cih girt û hat gotin ku Belçîka hewl didie qenalên TV ên Kurdî “krîmînalîze” bike.
Kiliç ragihand ku ev serdegirtin eleqeya xwe bi dewleta Tirk ve heye û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê rojnamevanên Kurd ên serbixwe jî hatine binçavkirin.
Kiliç got: “Em nafikirin ku tiştên li vir qewimîne, ji tevgera polîsan a li Tirkiyeyê cuda ye.”
Di rojnameyê de daxuyaniya Medya Haber TV û Stêrk TV a ku di nava rojê de dayîn jî, cih girt.
Fransayê di mehên dawî de zextên xwe yên kêfî û îlegal ên li dijî Kurdan zêde kiriye. Destê 3 Kurdan hate girêdan û bi rengekî korsanwarî radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin. Her sê Kurd jî hatibûn girtin. Di nava van de koçberên Kurd jî hebûn ku ti biryareke dersînorkirinê derbarê wan de nehatibû dayîn.
Dema ku li Belçîkayê bi ser medyaya Kurd de hatî girtin, polîsên Fransayê jî bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li banliyoya Drancy a li herêma Parîsê de girtibûn û 6 Kurd binçav kirin.