ŞEHBA – Îro li navçeya Ehdas a Şehbayê, di bin pêşengtiya Înîsiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê de, meşeke girseyî ji bo piştigiriya berxwedana gerîla û protestokirina îxanet û hevkariya KDP’ê bi dewleta Tirk re hat lidarxistin.
Meşê bi dirûşmeya “Na ji îxanetê re, na ji dagirkeriyê re û bijî berxwedana gerîla” ji çerxereya Ehdas dest pê kir û li pêşiya dibistana Ehdas veguherî mitîngê.
Piştî ku meş veguherî mitîngê ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat sekinîn. Piştre berdefkê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Kantona Efrîn û Şehbayê a bi navê Ferhan axaftin kir û îxaneta PDK’ê û lihevkirina dewleta Îraqê bi dewleta tirk re li dijî gerîla hat şermezar kirin. Her wiha da diyarkirin ku gerîlayên azadiya Kurdistanê wê bi tekoşîna xwe van pilanan yek bi yek têk bibin.
Meş bi berzkirina silogana “Na ji îxanetê re” bi dawî bû.