ŞENGAL- Îro bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê gelên Êzidî, Ereb û Kurmancên Şengalê, bi piştgiriya xelkê Ereb yê derveyî Şengalê li dijî pîlanên Erdogan ên li ser Şengal û Iraqê meşiyan û banga: “Em weke gelên Şengalê dixwazin Hikumeta Iraqê pîlanên serkêşê faşîstan Erdogan û xizmetkarê wê PDK’ê red bike û bibe dengê gelên Iraqê. Her wiha îradeya hevpar ya gelên Şengalê nas bike û guh bide vî dengî. Cihê çareseriyê ne Erdogane. Baweriya me bi netewa demokratîke. Em bawer dikin ku wê hikûmeta bi pêşengiya Birêz Sûdanî vê yekê bibîne û li gorî wê tevbigere” li Hikûmeta Sûdanî ya Iraqê kirin.
Hemû gelên li Şengalê û derdora Şengalê beşdarbûn
Îro di derdora saet 15.00’an de li dijî serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê û peymanên dijî gelê Kurd, Êzidî û gelên li Iraqê dijîn, meşeke girseyî li Şengalê hate lidarxistin.
Meşa bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya gelê Ereb, Êzidî û Kurmancên Şengalê, her wiha Erebên derveyî sînorê Şengalê Xirapreşkê û Beac’ê jî tevlîbûn.
Berxwedana gerîla hate silavkirin, hevkarên dagirkeran hate şermezarkirin
Meşa girseyî ya gel li ber avahiya Desteya Rêveber a Şengalê destpê kir heya Avahiya Encûmena Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê dewam kir. Di meşê de wêneyên şehîdan hate rakirin, bi posterek hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re hate teşhîrkirin, karîkatûrê Erdogan-Mesûd Barzanî bo şermezarkirina hevkariya bi dagirkeran re ji aliyê ciwanan ve hate rakirin. Her wiha wêneyên şehîdan hate rakirin û bê navber dirûşmên, piştgiriyê didin berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê, ‘Bijî Berxwedana gerîla, Bijî Rêber Apo, Bijî Berxwedana Şengalê’ û bi dirûşma, ‘Faşîst Erdogan’ jî serdana ji bo Iraqê protesto kirin.
Makatê Erdogan-Barzanî hate şewitandin
Jinên Êzidî bi pêşengiya TAJÊ tevlîbûneke xurt ji meşe re kirin û di refên pêş de cih girtin. Ciwanên Ereb û Êzidî û Kurmanc ên Şengalê ji bo protestokirina hevkariya Barzanî û Erdogan, maketê ku çêkiribûn, bi dirûşmên, ‘Faşîst Erdogan’ û postere fermandarên artêşa Tirk û Barzanî şewitandin.
Girseya gel a li nêzî Avahiya Encûmena Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê sekinî, daxuyaniyeke çapemeniyê bi zimanê Erebî dan. Daxuyaniya Rêveberiya Xweser ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê Qasim Xwedêda ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de serdana Erdogan, pîlanên dagirkirina Iraqê û hevkariya Barzaniyan hate şermezarkirin û hişyariyên girîng ji bo hikûmeta Sûdanî hate dayîn.