TEBQA – Îro kedkarên ragihandinê yên bajarê Tebqayê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser stûdyoyên kanalên televîzyonê yên Stêrk TV û Medya Haber TV li Belçîkayê û girtina rojnamevanan li Enqere û Stenbolê şermezar kirin û tê de hevgirtina xwe bi rojnamevanên azad re tekez kirin.
Daxuyanî li ber Navenda Ragihandina Giştî ya Navçeya Tebqayê ji aliyê nûçegihana kanala Ronahî TV Heba Fatîh ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên ku du kenalên televîzyon û rojnamevanan kirine armanc, “di vê qonaxê de ne tenê tesadufî ne, ji ber ku hevdemî bi Roja Çapemeniya Kurdî û gefên mezin ên li ser îradeya gelên herêmê ye”.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êrîş di demekê de tên ku hêzên faşîst li dijî vîna gelên Kurdistanê dest bi şerê xwe kirine û ev hedefgirtin tenê dirêjkirina vê kampanyayê ye ku bi rêbazên cuda hewl dide dengên ku bangawaziyê azadiyê dikin û rastiya dagirkerî û daxwazên dewletên mêtînger û faşîst eşkere dikin bişkîne.”
Di daxuyaniya xwe de, kedkarên ragihandinê “hevgiriya heya dawî bi rojnamevanên azad re bi giştî” ragihandin û bang li “Netewên Yekbûyî, mekanîzmayên wê û rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî yên ku di warê parastina kedkarên ragihandinê û azadiya wan de dixebitin, sûcên li ser rojnamevanan şermezar bikin û koordînekirina hewildanan ji bo hesabpirsîna sûcdaran û hesabpirsîna wan li pêşberî edaletê bi awayekî ku ew ji cezakirinê nerevin.”