DUSSELDORF- Ciwanên endamên TCŞ’ê beriya destpêkirina çalakiyê ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê piştî kêliya rêzgirtinê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew êrîşên dewleta Tirk a faşîst a qirker ên bi şev ên li Belçîkayê û êrîşên hemwext ên li dijî organên çapemeniya Kurd şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev zextên li ser avahiyên Medya Haber û Stêrk TV ku li dijî êrîşên qirkirinê dengê gelê Kurd in, nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Di serdemeke ku divê dengê gelê Kurd herî zêde derkeve de, ev êrîşa li dijî çapemeniya azad li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin.”
Endamên TCŞ’ê diyar kirin ku ew weke ciwanên Kurd vê plana êrîşê ya ku tê xwestin bi rêya gelê Kurd were pêşxistin, qebûl nakin û gotin, “Em ciwanên Kurd li dijî vê biryara hevpar a qirkirina Kurdan, wê têkoşîna xwe bidomînin. Ev êrîş me tuna nakin, berevajî vê biryardariya me ya têkoşînê mezintir dike.”
Di dawiyê de çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok APO” û “Hoch die internationale Solidarität” bi dawî bû.