MULHOUSE- Bi pêşengiya TCŞ’ê ciwanên Kurd bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Mulhouse ê Fransayê hatin cem hev û êrîşên Belçîka û Fransayê yên weke dewleta Tirk şermezar kirin.
Girseya li Porte Jeuneda kom bûn û piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin ku Fransa û Belçîka li ser Kurdan hewl didin bi dewleta Tirk re planeke qirêj pêk bînin û hate gotin, “Êrîşên li dijî çapemenî û saziyên Kurd armanc dikin ku destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin.”
Di dawiya daxuyaniyê de çalakgeran bang li Fransa û Belçîkayê kirin ku demildest vê xeletiyê sererast bikin.