NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Nazîf ên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî êrîşên dagirkeriyê ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin, 19ê Nîsanê nîvê şevê, li ser Pira Osmangazî ya Bursayê, li otoparka li kêleka rê, kamyoneke faşîstan, şewitandin.
Milîsan di daxuyaniyê de diyar kirin ku kamyon bi temamî tûne bûye û wiha got: “Em bang li ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe dikin ku di refên HBDH’ê de xwe bi rêxistin bikin û ji faşîzmê hesab bipirsin.”
HBDH çalakiya xwe diyariya hemû gerîlayên azadiyê ên ku li hemberê êrîşên dagirkeriyê li berxwe didin, kirin.
Daxuyanî wiha ye;
Faşîzma AKP-MHP’ê li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Gerîlayên azadiyê li dijî hêzên dagirker berxwedaneke destanî nîşan didin. Faşîzm ji ber tirsa windakirinê roj bi roj êrîşkartir dibe.
Em weke leşkerên Şoreşa Yekbûyî her qada ku lê bin, em ê veguherînin pozîsyona berxwedanê. Em ê şerê bajaran, bixin dilê kapîtalîzmê. Bi pêxistina agirê azadiyê li bajaran em dibin kabûsa faşîzmê.
19ê Nîsanê nîvê şevê, me li ser Pira Osmangazî ya Bursayê, li otoparka li kêleka rê, kamyoneke faşîstan şewitand! Kamyon bi temamî bû ax.
Weke Mîlîsên Dildar Nazîf Efe yên HBDH’ê em bang li ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe dikin ku di nava refên HBDH’ê de bibin yek û ji faşîzmê hesab bipirsin. Hûn ê di refên HBDH’ê de ronahiyê bibînin.
Em çalakiya xwe diyarî hemû gerîlayên azadiyê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin.
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!
Bijî Şoreşa me ya Yekgirtî!
Bijî HBDH!