MINBIC – Di bin duruşmeyan “Bi rihê ciwanan em pêşerojê ava bikin” û “Çanda ciwanên me hêviya me ye, çanda me şaristaniya me ye, serkeftin xelat dide me” Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Desteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Minbicê komxebatekî derbarê çand û ciwanan li dar xistin.
Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û tevgerên jin jî cihê xwe girtin.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştî wê ji aliyê ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê û Desteya Ciwan û Werzîşê mijarên komxebat hatin vekirin, mafê axaftin ji beşdaran re hat dayîn û nîqaşên li ser çand hatin meşandin.