DRAGUNÎAN- Li bajarê Dragûnian ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên bi pêşengiya TCŞ’ê û êrîşên li ser saziyên weşanê yên Medya Haber û STÊRK TV, meş û mîtîngek li dar xistin.
Di meşê de ciwanan diyar kirin ku ew êrîşên dagirkeriyê qebûl nakin û timî dirûşmên “Faşîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana Gerîla” qîriyan. Gel piştî meşê li hev civiya û mîtîngek li dar xist.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Dragûniyan piştî deqîqeya rêzgirtinê axivîn û diyar kirin ku ew êrîşên li Metîna û êrîşên li ser Medya Haber û STÊRK TV yên saziyên weşanê yên Kurd ên li Belçîkayê qebûl nakin û gotin: “Di encama geşedanên ku ev çend roj in em têdikoşin, em dibînin ku ku li dijî Metîna êrîşa dagirkirinê a berfireh ji aliyê Erdogan hat destpêkirin, serdana Erdogan a Başûrê Kurdistanê û vekirina alên Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê, êrîşên li ser Medya Haber û STÊRK TV yên Belçîkayê ji hev ne serbixwe. Em tu carî van êrîşan qebûl nakin. Em her tim li gel gerîlayên azadiyê ne.”
Piştre hevserokê din mafê axaftinê girt û got: “Dewleta Tirk û hevkarên wê her tim bi xayîntiyê hewl didin bi ser bikevin. Lê gelê Kurd her tim li hemberî vê yekê rawestiyaye û li kêleka gerîlaya Azadiyê sekiniye. Gelê Kurd wê her dem destkeftiyên xwe biparêze. Her wiha wê êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê Belçîka û Fransa jî têk bibin.”