REQA – Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya zanîngeha El-Şerq û Desteya Perwerde du civînên berfireh ji bo xwendekarên dibistanan û zanîngehê li dar xist. Bi dehan xwendekaran beşdarî civînan bûn.
Civîn derbarê rewşa siyasî ya welat, çawaniya birêxistinkirina xwendekaran û çareserkirina pirsgirêkên wan û avakirina kesayetên azadîxwaz pêk hat. Her wiha, nîqaş li ser amadekariya Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hatin meşandin.
Di encama civînên de berdevkên Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Reqayê ji bo dibistanan û zanîngehê hatin hilbijartin.