ŞENGAL – Dewreya Perwerdeya Ragihandina Ciwanan ya bi navê Şehîd Rênas Avêsta ya Ciwanên Êzîdxanê bi dawî bû.
Di serî de di şexsê Şehîd Rênas Avesta û şehîd Nûjiyan Erhan, tevahî şehîdên Ragihandina Azad hatin bibîranîn û soza berdewamîya rêya van hevalan bi jiyanek exlaqî û politîk hate dayin.
Ev dewre li bajarê Şengalê bi tevlî bûna 4 endamên komîteya Ragihandina Ciwanên Êzîdxanê di dîroka 7’ê Nîsanê dest pê kir û piştî 12 rojan bi coş, moralekî mezin û biryardariyêk mezin bi dawî bû. Ev perwerde di çarçoveya ji nûve rêxistin kirina xebatê ragihandina ciwanan hate vekirin û li ser esasê danasîna wate û grîngiya Ragihandina Azad û rola pêşengtiya ciwanan, propaganda, ajîtasyon û politîkaya weşana xebatê Ragihandina Ciwanan bi rêveçû.
Li ser esasê naverokê perwerde û girîngiya perwerde weke rêbaza Rêber Apo, endamên dewre Emîra Zozan û Heytem Yosuf nirxandinên xwe ji bo ajansa me ya Nûçe Ciwan kirin.
“Navê min Emîra Zozan e, ev 10 roj em di perwerde de ne, di Akademiya Şehîd Rênas Avesta de a ragihandina ciwanên êzîdî. Ev perwerde ji me re mihum e ji bo em xwe pêşbixin. Di vir de em fêrî rê û rêbaz û gelek tişt ku ji me re pêwîst e ji bo xebatê ragihandin bûn. Em wek keçên êzîdî ji me re pêwîst e em xwe perwerde bikin, xwe rêxistin bikin, ji ber em dizanin di fermanê de çi hat ser me û ew jî ji nerêxistinkirina me bû. Eger me xwe rêxistin kiriba, xwe perwerde kiriba û cihê xwe di hemû saziyên de girtiba ew li ser me nehatiba.
Em ragihandin ne ji mêj de hat ava kirin, nû ava bû, lê niha me ragihandina ciwanên êzîdî çêkiriye, em xwe perwerde dikin. Bi rastî di civaka êzîdî de xwe perwerde kirin taybet ji ciwanan re lazim e. Em wek ragihandina ciwanan nahêlin şerê taybet were meşandin. Erkê ku dikeve li ser milê me emê pêkbînin û em rastiya vê civakê bînin ber çav. Em kêlî bi kêlî rastiya civaka bînin ber çav. Bila ciwanên êzîdî û ciwanên kurd biçin xwe perwerde bikin, biçin di nav saziyên de, ragihandin, eskerî yan çi be, xwe perwerde bikin û pêşiya li êrîşên li ser civaka bigirin û nehêlin carekî din wisa êrîş ser civaka werin û bi şerê taybet bandor nebin.
Navê min Heytem Yosuf e. Em wek ciwanan ketin perwerdeyekî ragihandin. Perwerdeyê me 10 roj bû ser navê şehîd Rênas Avesta. Bangawaziya me ji bo hemû ciwanan e ku xwe pêşbixin, fikirê xwe bişokolînin, bikeve perwerde. Hedefa me ji vê perwerde pêşxistina ciwanan e, ku ciwanan me yên êzîdî bikevin her sazîyan.
Piştî vê perwerde emê ciwanên xwe bi rêxistin bikin. Ciwanên êzîdî ne wek berî fermanê 2014 ne. Dijmin nikaribe êrîş bike li ser ciwanan, nikare şerê taybet li ser wan bimeşîne.”