QAMIŞLO – Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, ku azadiya jin wek xalekî sereke ji xwe re esas digire, jin û jinên ciwan hem di milê civakî, çandî, eskerî û werzîşî de xwe pêşxistin. Tîma Hîlal a Qamişlo jî îsal, carê yekemîn di dîroka xwe de, di lîga fûtbol a jinan a Sûriyê de bû şampyon.
Tîma Hîlal 28 xal kom kir û pîleya yekemîn bi dest xist û li Şamê hat xelatkirin.
Lîstîkvana Klûba Hîlal û şampyona Sûriyê Jinan Mistefa ku 16 salî ye derbarê serkeftinê tîma xwe bi Nûçe Ciwan re axivî:
“Navê min Jinan Mistefa ye, di sala 2008’an de ji dayik bûm. Min di sala 2020’an de bi Klûba El-Xabûr re dest bi lîstikê kir. Me di kategoriya keçan de pîleya yekemîn li ser asta Sûriyê bi dest xist. Piştre ez tevlî Klûba Hîlal bûm û em di lîga jinan a Sûriyê de şampiyonê bûn. Em gelek kêfxweş bûn ku me pîleya yekem bi dest xistine û em xwe ji bo Şampiyoniya Şat Asyayê amade dikin.”