NAVENDA NÛÇEYAN – Duho de rejîma Îranê li ser Hunermendê repçî Toomaj Salihî yê xelkê Loristanê cezayê darvekirinê sepand. Parêzerê Hunermend Tumac Salihî vê yekê piştrast kir.
Hate ragihandin ku rejîma Îranê îro danê nîvro bi ser Hunermendê repçî Toomaj Salihî yê xelkê Loristanê ku di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, cezayê darvekirinê hate sepandin.
Yek ji parêzerên Toomaj Salihî, Emîr Reyîsiyan ragihand ku Dadgeha Komara Îslamê li bajarê Esfehanê bi tometa ‘kiryarên xirab’ cezayê darvekirinê ji bo Tumac Salihî da ku beriya niha li ser vê tometê 6 sal û nîv cezayê zîndanê hatibû dayîn.
Her wiha Emîr Reyîsiyan da zanîn ku ev tomet ji rastiyê dûre û dê îtîraz bikin.
Hêjayî gotinêye ku Toomaj Salihî hunermendek repçî ye ku di destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin û nêzîkî saleke dibin êşkenceyek dijwar de dihate girtin.
Stranên Toomaj Salihî pranî behsa pirsgirekên ku di bin zexta rejîma Îranê de çedibin dikir û taybet ji bo Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bi stranên xwe piştgirî dida.