DÊRÎK – Pêkhateyên kantona Cizîrê ji bo bîranîna 20 şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker, li ber çiyayê Qereçoxê merasîmeke biheybet li dar xistin. Dewleta Tirk a dagirker 25`ê Nîsana 2017`an êrişî navenda Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel kiribû û di encamê de 20 şervanên YPJ û YPG`ê şehîd bûbûn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi rengê xwe beşdarî meşê gel û piştgiriya gerîlayên HPG û YJA-Star ku li ser çiyayên Kurdistanê li hemberî artêşa dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê yên PDK berxwedidin diyar kirin. Hêrsê gel zêde ye piştî ku di rojên dawî de êrîşên nû yên hewayî û bejayî yên dewleta Tirk li ser çiyayê Metîna pêkhatin û Erdogan bi xemilandina alên dewleta Tirk li bajarê Hewlerê ji aliyê PDK hat pêşwazîkirin.
Ciwanan alekî mezin ê Tevgera Ciwanên Şoreşger û alên PKK hildan û diruşmeyên “Bijî Berxwedana Metîna”, “Bimire Îxaneta KDP” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.