REQA – Ji bo bersivdayîna êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li ser çiyayên Metînayê, ji bo daxwaza zadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bîranîna tevahî şehîd û cangoriyên gerîla, di bin diruşmeya “Bi ruhê berxwedaneke xurt cenga azadiyê serbixin” de Desteya Ciwan û Werzîşê û Federasyona Werzîşê li kantona Reqayê xwepêşandanekî li darxistin.
Bi dehan werzîşvanên sporên cûr bi cûr bi cil û berg ên xwe yên werzîşê beşdarî meşê bûn. Werzîşvan wêneyên gerîlayên şehîd, alên Rêber Apo, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hildan.
Xwepêşandan li pêşiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê dest pê kir û heya Stadyûma Reş berdewam kir. Dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dirûşmeyên daxwaza rawestandina êrîşên dagirkeriyê hatin berz kirin.
Li stadyûmê hevserokê Federasyona Werzîş a Reqayê Îsmaîl Hewîce axaftinek kir û êrîşên ku bi faşîzma Tirk û alîkarên wê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî gelê Kurdistanê, bi taybet niha li Metînayê pêk hatin bi bîr xist.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.