HESEKÊ– Hesekê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ku di 16’ê Nîsanê de li herêma Metîna li dijî gerîlayên azadiyê pêk anîne, meşek meşaleyî li dar xist.
Meşa ku saet di 08.00’ê êvarê de destpê kir, bi sedan ciwanên Hesekê û gel jî tevlî bûn. Meş ji ber Mizgefta Xelîl dest pê kir heta Qada Şehîdên Taxa Salihiyê berdewam kir. Di tevahiya meşê de ciwanan alên Rêber APO û Rêxistina Ciwanan bilind kirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê qîriyan. Her wiha bi pankarta bi Kurdî û Erebî “Hebûna gerîla hebûna me ye, êrîşên li dijî gerîla êrîşên li ser me ne” li ser girîngiya gerîla ya ji bo gel û bi taybet ciwanan hate hildan.
Piştî meşeke kurt li qada Şehîdan daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Erebî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Merwa Elî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û israra PDK’ê ya ji bo hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re hate şermezarkirin, berxwedan û vîna gerîla hate silavkirin û hate gotin ku divê ciwan vê berxwedanê hembêz bikin û bi têkoşîna xwe layiqî vê berxwedanê bin.
Her wiha tabelaya GERÎLA ya li ser darên hesin nivîsîbûn ji aliyê ciwanan ve li Qada Şehîdan hat ronîkirin. Nivîsa gerîla dîmenên pir xweş û coşekî mezin derxiste holê.
Di dawiya çalakiyê de wêneyên xayîn Barzanî û faşîst Erdogan avêtin nava agir û hatin şewitandin.
Çalakî bi dirûşmeyên Bijî Serok APO bi dawî bû.