LÛZERN – Jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi çalakiya bêîteatiya sivîl, êrîşên hemwext li Belçîka û Fransayê li dijî qenalên çapemeniyê yên ku dengê gelê Kurd in, li Luzernê protesto kirin. Piştî çalakiya protestoyî daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Endama TekoJIN Hêvî Aslan di axaftina xwe ya bi Elmanî de ev tişt got:
“Medya Haber TV û Stêrk TV ji bo kurdên cîhanê platformên girîng in ku bûyerên li Kurdistanê radigihînin û di pêşvebirina ziman û çanda Kurdî de roleke girîng dilîzin, nemaze ji ber astengiyên ku Kurd li Tirkiyeyê rû bi rû ne. Ev armanc bêdengkirina Kurdan e. Dixwazin dengên serbixwe û rê li ber herikîna azad a agahiyan bigrin. Hem li gorî qanûnên neteweyî hem jî yên navneteweyî tevbigerin û dev ji reftarên xwe yên dijhiqûqî yên li gorî polîtîkayên Tirkiyeyê berdin, divê pêşî li krîmînalîzekirina Kurdan bê girtin û êrîşên ji bo razîkirina dewleta Tirk bê astengkirin.
Çalakî, bi dirûşmeyên
Bijî Serok APO
Bê Serok Jîyan Nabe
Hoch Lebe die Presse
Hoch Lebe die Solidarität der Völker, bi dawî bû.