ZURICH – Ciwanên ku bi alên Rêber APO, TCŞ û TekoJIN li Gara Trenê ya Zurîhê meşiyan, piştî deqeyek rêzgirtina li ser navê şehîdên Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Li ser vê bingehê gelê Kurd bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê li Gara trenê ya Zurîhê hatin cem hev, êrîş şermezar kirin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê TCŞ’ê endama TCŞ’ê êrîşa li ser Stêrk TV û Medya Haber TV’yê şermezar kir û diyar kir ku divê hemû ciwanên Kurd û gelê Kurdistanê li dijî van êrîşan li qadan bin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Zap Avaşîn Metîna, Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.
Di 23’ê Nîsanê de li bajarê Denderleeuw ê Belçîkayê qenalên televîzyonên Kurd ên studyoyên wan, rastî êrîşa polîsên federal ên Belçîkayê hatin û bi zîhniyeta vandalîst êrîş birin li ser wan. Polîsên federal ên Belçîkayê bi xisarkirina alavên weşanê û desteserkirina gelek kompîturan, xwestin saziyên çapemeniyê yên Kurdî bêdeng bikin.