EDENÊ- Yekîneyên YCWK’ê yên Edeneyê dîmenek weşand û ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” li Edeneyê çalakiyek girtina rê li dar xistine. Daglioglû li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û mêtînger bertek nîşan da.
Daxûyanî:
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me yên Edeneyê 2000 Evler di 23’ê Nîsanê de çalakiya girtina rê li dar xistin. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê me û li dijî operasyona li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin. “Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku ji bo têkoşîneke bênavber dakevin qadan.”