QAMIŞLO – Di çarçoveya amadekariyên kongreyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Sûriyê de, li Şam, Heleb, Şehba, Kobanê, Reqa, Hesekê û Qamişloyê civîn tên lidarxistin. Kongre wê di 10’ê Gulanê de ji bo têkoşîneke hevbeş û birêxistinkirî ya xwendekaran pêk were.
Civîna îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna zêdetirî 100 xwendekaran ji navçeyên cuda yên kantona Qamişlo li dar ket.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û piştî axaftina vekirinê pêşketinên siyasî yên li herêmê hatin nirxandin.
Di nirxandinan de îşaret li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hate kirin û hate gotin: “Bêyî ku em rewşa Rêber Apo fêm bikin, em nikarin pêşketinên global an jî herêmî fêm bikin. Heke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî van hemû êrişan hîna jî xwe li ser pêyan digire, bi saya bîrdozî û felsefeya Rêber Apo ye.”
Dûre pirsgirêkên dibistanên navîn, amadehî û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin. Xwendekarên beşdar bal kişand ser girîngiya meşandina têkoşîneke hevpar.
Piştî nîqaşan 2 nûnerên xwendekarên Qamişloyê hatin hilbijartin da ku beşdarî kongreyê bibin.