MUNÎCH – Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) êrîşên li ser kanalên Medya Haber û Stêrk TV hatin protestokirin.
Êrîşên polîsên federal ên Belçîkayê ku di 23’ê Nîsanê de li ser daxwaza dewleta Fransayê li dijî Çapemeniya Azad pêk anîn, ji aliyê ciwanên endamên TCŞ’ê û endamên Meclîsa Şehîd Azad Şerger ku li ber Gara Trenê ya Munchenê kom bûn, hatin protestokirin. û daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê hate xwendin de, hate gotin ku polîsên Belçîkayê zirar dane alavên weşanê yên kanalên Medya Haber û Stêrk TV û cerdevanên ku ji ewlekariya avahiyê berpirsyar in bi saetan kelepçekirî mane.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiiyan Azadî” bi dawî bû