NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara 251’an a Nîsana 2024’an; Bi naverokên Kurdî û Almanî û dîzaynên nû berdewam dike perspektîfan pêşkêşî xwendevan û guhdarên xwe dike.
Di kovarê de di beşa bi navê “Rêber APO” de nivîseke Kurdî ya bi navê “Prometheus” heye, ku tê de nirxandin û hevsengiyên Rêber APO yên li ser Prometheusa hemdem hene. Her wiha di gotarên perspektîf ên rêxistinên Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) de li ser pêwîstiya rêxistinkirina ciwanan a li dijî polîtîkayên şerê taybet cih digirin.
Kovara Stêrka Ciwan a meha Nîsanê jî di bin navê “Lêgerîna Azadiyê” de gotarên ku her meh ji aliyê ciwanekî cuda ve li ser lêgerînên xwe û encamên ku di lêgerînên xwe de hatine nivîsandin cih digire. Mustafa Sara ku ji bo kovara Stêrka Ciwan ji bo beşa “Bîranîn” a kovarê hevpeyvînek çêkiribû, bîranînên ku bi Rêbertî re hiştibûn cih digire.
Her wiha di beşa “Bîranîn” a kovarê de, bîranînên hevalên têkoşer “Sara Hogir Riha”, “Bişeng Brûsk” û Tolhildan Qendîl” ên vê dawiyê şehîd bûne, cih digirin.
Kovara Stêrka Ciwan ku di sala 1994’an de dest bi weşana xwe kir, li Ewropayê wek dengê ciwanên Kurdistanî berdewam dike. Kovara Stêrka Ciwan ji sala 1994’an ve bi gelek zimanan nûçeyên bîrdozî, siyasî, bîranîn, çandî, dîrokî û gelek nivîsên din diweşîne. Kovara Stêrka Ciwan ku xwedî dîrokeke 30 salî ye, bi şêweyên rengîn û naveroka ku ji bo her mijarê cuda hatiye afirandin, dibe dengê ciwanan.
Spotify, Google Podcasts, Apple Podcasts, Breaker, Castbox, Radiopublic
Ji bo guhdarîkirina bi dengî ya kovara Stêrka Ciwan, hûn dikarin di geroka xwe de (Google, Mozila, Safari û hwd.) li rûpela “Stêrka Ciwan Spotify” bigerin an jî ji lînka ku me li jêr hiştiye têkevin.