ELIH – Milîsên MAK’ê bi daxuyaniyekê niviskî diyar kirin ku:
“Milîsên MAK’ê 25’ê Nîsanê saet di 21.00’an de li parka Mehmet Sincan a Taxa Petrolkent a Elîhê, Yûsûf A. yê ku ji sûcê xwe dudil nebû û nirxê xwe tine kir, ji aliyê Milîsên MAK’ê ve hat binçavkirin û piştre jî hat cezakirin. Di heman demê de madeyên hişbir ên ku li ser kesê ji bo firotinê amade bû hatin dîtin ji aliyê yekîneyên me ve hatin îmhakirin.
Ev kesê ku bi firotin û bikaranîna tiryakê zerar daye ciwanên me yên welatparêz û gelê me, di heman demê de beşdarî fen û fûtên qirêj ên dewleta Tirk a barbar ên qirker bû, bi taybetî jî bi gelêrîkirina tiryakê û dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê û dûrxistina wan ji nirxên welatparêziyê.
Di dema ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye, gerîla her saetên rojê bi îradeya herî mezin li dijî dijmin şer dike û gelê me tevî polîtîkayên îmha û înkarê jî bi parastina nirxên xwe li ber xwe dide. Divê ciwan nekevin xefika narkotîkê, li dijî vî dijminê hov û dagirker bi rûmet xwe bi rêxistin bikin.