PARÎS- Gelê ku di pêşengiya TCŞ’ê ya li paytexta Fransa Parîsê de li Qada Rebuclice hatin cem hev, bi girseyî heta avahiya şaredariyê meşiyan û li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Girseya ku alên Rêber APO, pankartên bi logoyên Medya Haber û Stêrk TV vekiribûn, êrîşên polîsên Belçîkayê yên li dijî çapemeniya azad, bi dirûşmeyan protesto kirin.
Girseya ku êrîşên li ser herêmên Parastina Medya jî protesto kirin, di meşê de bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî PKK” berxwedana gerîla silav kirin.
Piştî meşê girse li ber şaredariyê li hev civiya û ji bo Şehîdan deqeyek rêz girtin. Piştî deqîqeya rêzgirtinê li ser navê CDKF’ê Şahîn Polat daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de îradeya gelê Kurd û dostên wan ên li hemberî êrîşên li ser Çapemeniya Azad hatin silavkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tenê rojeva gelê kurd heye û wiha hat gotin: “Tenê rojeva gelê kurd heye ew jî pêngava ‘Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ye,”
Endamê CDKF’ê Polat diyar kir ku ew ê ti carî serî li ber hemû zextan natewînin û got, “Em ê sedsalek din jî bi qirkirinê re nejîn. Em ê sedsaleke din jî nebin mijara Peymana Lozanê. Rêbertî got, “Heta ku APO azadî û statuyek ji Kurdistanê re bê dayîn wê berxwedana me bidome.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî PKK”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ciwan çûn gara trenê û li hundirê stasyonê bi qîrîna dirûşmeyan çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.