DÊRAZOR – Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyê Pêşerojê îro li kampa Mehmûdlî û hem jî li navçeya El-Tuweyhine yên Dêrazorê pengavê belavkirina broşûrên bi sernavê “Bi pêşengiya ciwanan azadî wê bi ser bikeve” berdewam kir. Naveroka broşûrê li ser neteweya demokratîk û rola ciwanan di avakirina wê de ye. Ev pengav wê li her heremên Dêrazorê bidome.