NAVENDA NUÇEYAN- Xwendekarên zaningeha Beheştî li hember binxistina jin ji aliyê rejîma Îranê ve û girtina xwendekarên jinên ciwan ji ber bê hicap tevdigerin, bi daxuyaniyekî şermezar kirin.
Li ser qetilkirina Jina Aminî salek û nîv derbas bûye, li hemberê qetilkirina jina ciwan Jina Amini şoreşa Jin Jiyan Azadî hate destpêkirin. Li ser vê esasê li Rojhilatê Kurdîstan û Îranê de hejmara jinên ku tekoşîn dikin her roj zêdetir dibe.
Jin û Jinên ciwan li hember hovitî û binxistina bê sînor ya rejîma ya Îranê hebûna xwe îspat kirine û dîktatoriya rejîma Îranê bingehin de dane hejandin.
Xwendekarên ku bi daxuyanî beramberê politikayên bê îrade hiştinê ku ji aliyê rejima Îranê ve tê kirin, bal kişandin ku dagirkirina meydanên û kiryarên polîs lehûrbûna gel çedikin û berxwedan û tekoşîna wan bi hêz dike.
Di daxuyanîyê deher wiha behsa girtina jina ciwan bi navê Dina Qalibaf û sed xwendekarên din ku hatine girtin hat kirin.
Dina yek ji wan jina ciwan e ku di vê welatê de li hember bindestiya her roj tê kirin tekoşin dimeşine.