NAVENDA NÛÇEYAN –
Mişextiya sê mîlyon Kurdan, ma ne nîjadkujiye, lê çi ye? Bi dehan mîratên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane, çanda me ne, lê di bin avê de tên hiştin. Ev meseleya bendavan jî pêkanîneke bi zanebûn a tevkujiya çandê ye. Tevkujiya çandî ji ya fîzîkî xirabtir e. Mînak, Cuhî bi ber tevkujiya fîzîkî ketin, lê ji ber ku aliyên xwe yên entelektuelî bihêz girtin, ji ber ku di vî alî de gelekî xebitîn, karîbûn çanda xwe biparêzin. Dîsa di herêmê de hebûneke zêde ya leşkerî mijara gotinê ye, ev yek jî şêwazeke dagirkeriya leşkerî ye. Îro statuya Kurdên li Tirkiyê ev e. Ev statuya ku ji Kurdan re rewa tê dîtin, ne di nava feraseta olî de xwedî cih e, ne jî di rastiya biratiyê de hiltê.
Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilam im. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.
Ji aliyê min ve feraseta sosyalîzma reel û dewleta netew hatiye têperîn. Ez li şûna vê pêşniyara netewa demokratîk dikim. Di ferasetê de her kes dikare bi nasnameya xwe ve azad bijî. Jinûve zayîn û parastina van çandan zirarê nayne. Ji ber ku çand û nasname nikarin werin tunekirin. Rojava vê yekê fêm kiriye. Bi vê boneyê li Rojava girîngiya ji kêmnîjadan re tê dayîn, esas ji ber têgihiştina şaşiya bi îdeolojiya dewleta netew ve tunekirin û çewisandina çand û nasnameyan e. ji ber vê yekê ev çand ji nû ve zindî dibin. Mesela îro tê xwestin ku li Îngîlistanê çanda Keltan ji nû ve zindî bikin. Ev tiştekî baş e. Divê li Tirkiyê jî Laz Laziya xwe, Kurd Kurdiya xwe, Gurcî Gurcîtiya xwe, Tirk Tirkiya xwe ûhw. her kes bikaribe bi azadî çanda xwe bijî. Ev çand dewlemendî ne. Lê divê hemû xwedî girêdayîneke hevpar bin. Ne şerte ku mirov ji vê re bibêje nasnameya jor, mirov dikare bibêje nasnameya giştî jî. Ev yek jî dikare bi feraseta neteweke demokratîk, bi makezagoneke demokratîk û pergaleke hiquqî ya pirçandî ve pêkan be. Ya em jî dixwazim ev e. Divê ev yek pir baş were fêmkirin.
Rêber APO
Çavkanî: Rastiya Ziman, Wêje û Çanda Kurd – Rêber APO