REQA – Meclisa Giştî ya Ciwanan Partiya Sûriyê Pêşerojê piştî lidarxistina konferansa xwe ya duyemîn a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekemîn civîna xwe ya mehane li dar xist.
Di civînê de li ser şert û mercên siyasî û rêxistinî û rewşa ciwanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş hatin meşandin.
Civîn bi bixêrhatina mêvanan ji aliyê hevserokê Meclisa Ciwanan a Reqayê Azab Jurayijib ve û bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên doza azadiyê dest pê kir.
Piştî wê raporên mehanê yên her heremê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin. piştre rêheval Zulal rewşa siyasî li bakurê rojhilatê Sûriyê nirxand.
Piştî ku ji aliyê beşdaran ve li ser rewşa siyasî ya cîhanê nîqaş hatin kirin, rêziknameya Meclisa Giştî ya Ciwanan Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji aliyê Rêveberê Komîteya Rêxistinê ya Meclisa Ciwanan ve hate xwendin. Rêzikname ji aliyê hemû beşdaran ve hate nîqaşkirin û hate erêkirin. Her wiha, navên endamên hemû navendên Meclîsa Ciwanên Giştî yên Partiya Sûriyeya Pêşerojê hatin xwendin.