REQA – Îro danê êvarê Tevgera Xwendekarên Demokratîk li navçeya Reqayê komxebatekî derbarê rola xwendekaran di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de li dar xist.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre sînevîzyonekî li ser ciwanên Rojhilata Navîn hate pêşandan, û piştre nîqaş li ser qeyrana Rojhilata Navîn û rola pêşengiya xwendekaran di çareseriyê wê de hate vekirin.
Piştre li ser rola xwendekaran di avakirina Konfederasyona Ciwanên Rojhilata Navîn de nîqaş hatin kirin.
Komxebat bi diyarkirina hedefa avakirina konfederasyona ciwanên Rojhilata Navîn, avakirina têkîliyên dîplomatîk xwendekarên li welatên din û bi rêxistinkirina komxebatan bi dawî bû.