HALEP- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedan û serkeftinên HPGˊê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker meşeke bi erebeyan li dar xist.
Beşdar li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger kom bûn, alên PKKˊê, wêneyên Rêber APO, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.
Meş li kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriya û li cihê hatiye destpêkirin bi dawî bû.