NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi nêzîkbûna; “Vaye me aborî ava kir, vaye me dewlet damezirand” ve weke ku sosyalîzm nayê damezirandin, nexasim ayetullahên wê, îdeologên wê yên di nava şerê rojaneyî de, rêberên wê yên giyanwerî, rêberên wê yên bîrdozî, ger ne xwedî dewlemendiyek hemû karan bibînin, binirxînin û tevdîr bigirin de bin, dê şîroveya materyalîzma çors a şoreşa sosyalîzmê ber bi şîroveyên yekbûna bi kapîtalîst û faşîzmê ve bibe. Ger dê li vir tawanbarek bê gerîn, ev jî çavkaniya xwe ji pêşengên bîrdoziya sosyalîzmê û serweriya ku bi kesên pêşeng re heta dawî nedayîn meşandin digire. Em di PKK‟ê de weke rêber dibînin ku pêşketinek wisa dijîn. Hêjî hewl didin vê bi zewq û dildarî bimeşînin. Me ti carî helwestek weke “bese” raber nekir.
Em niha baştir dibînin ku, şer çiqas dijwar dibe bila be, peywirên taktîkî rojane çiqas zêde dibin bila be, heta ji bo hinekan –ev di nava partiyê de jî hene- weke peywirek şer ên fantazî jî bin, her çendî bi fikarên jiyana teng ve tev bigerin bila be, çareseriya van tevan, kesayeta milîtan a sosyalîste.
Bi şerek rojane yê dijwar ve, avakirina kesayetek sosyalîst a milîtan, mezinkirin, li dijî her xeteriyê weke panzehîrê amadekirin şertê sereke ye. Her wiha pêwîste kesayeta sosyalîst a milîtan, her tim bê domandin.
Yek ji selmandinên PKKê ya herî girîng jî ev e. Em pir baş dibînin ku, di asta ev pêk tê de, PKK ji aliyê polîtîk ve pêşketinek mezin raber dike. Heta taktîkên wê yên leşkerî jî hêjayî baldariyek mezin pêşketinê saz dike. Qet nebe dide diyarkirin ku pêşketinek hêsan têk neçe raber dike.
Di nava PKK‟ê de pêşketina polîtîk heye. Weke ku pêşketina polîtîk di nava miletê xwe de dimeşîne, di nava gelên herêmê de jî bi şêweyek gerdûnî pêş dixe. Heta bandor li Ewrûpa û Emerîka jî dike. PKK‟ya ku sosyalîst bûye, di heman demê de PKK‟ya polîtîk bûyî û bandora wê ya polîtîk lez bilind dibe.
Îro miletê Kurdistanê ya pir paşverû û kesekê siûdek nedayiyê, bûye miletek polîtîk, ev jî pêşketinek girînge. Her çendî bê rêxistinî be, eniya xwe tam ava nekiribe, bê nîqaşe xwe gihantiye hêzek polîtîk a pir girîng. Miletê Kurd, niha yek ji miletê herî zêde polîtîk ê şoreşgere. Ev hîn zêdetir qayîm birêxistinkirin û qayîm bi enîkirin weke peywir li pêş me ye. Kurdên derve, Kurdên hundur û Kurdên li hemû beşan bi taktîkên polîtîk ên guncav ve birêxistinkirin, dîsa şêweyên têkoşîna polîtîk nekêmkirin, dê vê polîtîkbûnê hîn leztir bike û bîne astek miletê polîtîk ê bin nakeve. Pêşengiya vê heta dawî rêya vê vekiriye û derfet, çeperên vê ava kirine, pêkana vê jî êdî girêdayî qadroyên rêber û şêwaza wê ya polîtîke. Ji ber vê jî di çawanî û çendiniya şoreşgerî de qadro li her derî hene. Bes bila, bi têgihiştinek rêbertiya rast ve peywirên xwe yên polîtîk û eniyê hêjayî pêk bînin. Kes nikare bêje bi pêşengtiya polîtîk a PKK‟ê ve “derfet tengin.”
Bi qasî nebe nesîbê ti partiyên şoreşan, di hundur û derve, zagonî û derzagonî çeperên polîtîk ji her milîtanên PKK‟ê re hatiye pêşkêşkirin. Ya girîng nirxa vê zanîn û bi rêzdarî parastina wê ye. Ger ev peywirên hewce pêk werin, bênîqaş dê serkeftinên mezin bên avakirin. Jixwe em ji şerê polîtîk û serhildanên heyî ve vê fêm dikin. Rastiya bûna miletek ku herî zêde şoreşgerî dijî, ji aliyê her kesî, dost û dijmin ve hatiye pejirandin. Serkeftina vê ya misoger jî, neçare ku bê zanîn bi serweriya taktîkên rojane ve pêk tê.
Nexwe êdî misoger bûye PKK, partiyek polîtîk a herî afirînere, heta bilez yekbûna xwe ya bi gel re ava kiriye, polîtîkbûna wê sazkiriye, şoreşa xwe ya polîtîk di astek balkêş de bidest xistiye, teoriya polîtîka wê, esasên wê yên pêkanê û raveya şêwaza rêbertî ya herî balkêşe. Ya girîng hemû milîtan bikarin vê derbasî gel jî bikin, gel
jî bikare heta dawî weke miletek şoreşger ê zane hebûna xwe bidomîne. Ev jî misoger di pêkanîna serkeftinê de bandora xwe ya diyarker raber kiriye û hîn balkêştir jî dê ev pêvajoya ku em dijîn diyar bike.
Her wiha ji ber hîn xurtir bersiva pirsa “Çawa Bijîn” bê dayîn, divê em bersiva pirsa “Çawa Şer bikin” bidin. Yên nezanin çawa bijîn, derket holê ku nikarin bersivên bibandor û serkeftî çawa di şer de jî pêş bixin. Di rastiya civakî ya miletek heta şaneyên xwe jiyanek ji ast ketî, dîn, kole û xayîntî pejirandî de, heta ev neyê dahûrandin, parçekirin û şûna wê bersivên pirsa “Çawa Bijîn” bi bandor neyên dayîn, kes nikare şerek leşkerî û polîtîk a saxlem bimeşîne. Bi mirovên wisa bûne bela serê xwe, tîr û ribanê ji hev dernaxe, jiyanê ne bi serê xwe, hewl dide bi cihek xwe din ve bimeşîne, lingên xwe li hewa, di kêleka xeyalê jiyanê re jî derbas nabe, şerek bibandor nayê meşandin. Kesên ku hêj nikarin li hember jiyanê biserûber rêzdar bin, rêzdariya beramberî xwe bidest nexistiye devjê berdin bibe gêrîlayek sosyalîst, negengaze ku ji a,b,c‟ya siyasetê jî encamê derbixin. Lewra ji aliyê me ve dahûrandina jiyana civakî, girêdayî şerê me ya parçekirina girêkên kor ên jiyana civakî, nexasim di nava malbatê de li dijî pêwendiyên wisa di rewşek hişk mayînde bûyîn, bûne fosîl, ji jiyînê derketine, bi qasî em ê nekarin weke kevneşopî jî binav bikin bi dervî jiyanê mayî re pêk tê. Heta ku di rastiya civakî û malbatî ya ji muhafezekarî jî wêdetir dirizîne, dîn û har dike, dîsa di têkîliyên jin û zilam de ketîbûn û kirêtiya mezin a heyî neyê parçekirin, negengaze ku em bikarin di ruh û fikir de rê ji mezinbûnê re vekin.
Di demên dawî de di pêşengiya PKK‟ê de me ev gav çiqas guncav avêtine, pirsgirêk ji xalek bingehîn ve bidest xistiye û pêşketinên girîng jî bi vê çekê bidest xistiye, mirov dikare hîn zêdetir aliyê wê yê gerdûnî bibîne. Dikare ji vê re şoreşa çandê jî bê gotin.
Aliyê şoreşê yê civakî ji destpêkê ve derxistî holê, dahûrandin, li ser bingehek modela mînak jî be, pêwîste hîn zêdetir derfeta pêkanê jê re bê dayîn. Lê belê em baş dibînin ku peywirek teqez pêwîste bê pêkane, nabe ji piştî şoreşê re bê hiştin, heta ger serkeftina şoreşê tê xwestin, em neçarin di nava partiyê de şoreşa civakî, şoreşa çandî pir balkêş pêş bixin. Heta kûraniya di vê mijarê de hatî sazkirin, şoreşek civakî ya kûre. Her ku li hember her neyêniyan pêşî li asta pêwendiya civakî bê vekirin, nûbûn bên avakirin û di vê manê de dana pejirandin
pêş bikeve, hingê berzbûn gengaz dibe. Neçare ku nûnerek saxlem a şoreşa civakî ya pêşerojê be. Di vir de israrkirin, ji bo şoreşa civakî wekhevî û azad pêş bikeve û di vê manê de civaka sosyalîst bi bingehên saxlem ve girêdan peywira herî esasî ye.
Ev pêşketinên ku di ti partiyên şoreşê de nehatî dîtin, di nava PKK‟ê de tên dîtin. Weke şaneya herî bingehîn a civakê malbat dahûrandin, pir balkêş hat pêşxistin. Bi qasî girêdana wê ya polîtîka û leşkerî, ewqas jî aliyê wê yê dilxweşî jî derxist holê. Di malbatê de israr, dê weke saziyek civakî neyê nirxandin, weke saziyek ku siyasetê û jiyanê dixeniqîne derket holê. Dîsa weke pêwendiya herî bingehîn di nava malbatê de ger pêwendiya jin û zilam, dê-bav-zarok, heta pêwendiyên êl û binemal neyên dahûrandin, dê ti pêşveçûn çênebin, şerê ku bê meşandin jî şerê hoveber û îsyangerî derbas neke, dîsa polîtîkaya bêmeşandin jî, polîtîkaya hevkariyê derbas nake. Ya herî xeter jî di nava partiyê de bûhranek giran hebû.
Ev bûhran çibû? Ji ber nêzî şerek rast û polîtîkayek rast nebûn, ferasetek ku dibêje; “Ez seresere mam, teng mam, keyfkar bûm”, neyênî, protestoyî û tasfiyegerî xwe da der. Rêya derbaskirina wê jî ya rastî derket holê ku bi dahûrandinên civakî û dahûrandinên kesayetî ve gengaze.
Piştî ev hîn zêdetir hat dahûrandin hat dîtin ku, ji ber zincîrên di hundur de, zincîrên dîlbûnên di ruh û mejiyan de nehatîn parçekirin, em devjê berdin bi kesên pir bi bûhran, xwe jiyînê bêhedar re şoreşê pêk bînin, em nikarin wisa bûna belaya sere şoreşê yên mezin jî pêşî lê bigirin. Di her şoreşê de bûhranên wisa rê ji hizipkariyê re vedike.
Dîsa di her şoreşê de rê ji parçebûna partiyan re vedike. Lê belê di nava me de tevî hêza bûna hizip nîne, weke janek hîn ziravtir weremketî, mîkroba penceşêrê rê ji rizandinê re vedike. Nikarin bibin nexweşek pêşketî jî. Weke nexweşiyek serekgiyanwerî û pir hovane şaneyê dikemirînin. Bivî rengî jî protestoyek nav partî, nehewcedarî, bê eleqeyek nav partî ya qet neyê payîn heta ku rê ji windahiyên bê wate re veke, rêzdar nêzî peywirên herî hêsan jî nebûn weke nexweşiyekê xwe daye der.
Ev hemû çavkaniya xwe ji kesayetên xwe pêş nexistîn digirin. Ev kesayet di nava PKK‟ê de ji bo çareseriyê hatine amadekirin. Di encama keda me de, em neçar man van dahûrînan pêş bixin. Di encamê de ev derket holê: Li ser bingeha van dahûrînan kes dikare bijî, rêya jiyanê tê vekirin, pêwendiyên bingehîn pêşketinê saz bike, asta hest, asta rêxistinê, asta siyasî bikare pêşketinê ava bike.
Dîsa hinek pêwendiyên ku ti asta xwe ya siyasî tine ne çi rave dikin, ev şer çawa neyênî bandor dike, nexasim têkîliyên jin, zilam û malbatê nedahûrandin, di nava partiyê de çawa rê ji pirsgirêkên mezin re vedike, jixwe rewşa civakê ya nayê jiyîn çawa di nava partiyê de jî rewşek nayê jiyîn ava dike tev derket holê. Çareseriya vê jî artêşbûna
jinê, rizgarkirina jinê weke pêşketinek girîng hat dîtin.
Li şûna ferasetên xwekuştinê, şoreşê ber bi mirinê ve çûyîn dîtinê, şoreş weke qeraseya vejînkirina jiyanê ye, ji bo bê zanîn çawa bê jiyîn şoreş esas tê girtin, lewra bi pêşketina vê ferasetê re ne bilez ber bi mirinê ve bazdan, ber bi jiyanek azad ve bazdanek balkêş pêkanîn, pêwîste esas bê girtin. Ev jî girêdayî hêjatiyên şer, xisletên serweriya li
ser taktîkên rêxistinê û rojane ye. Kesê ku şer ser bixe, dê jiyanê jî ser bixe, kesê ku nikare serkeftina dilxweşî û hestan bi xwe re pêk bîne, nikare şer jî ser bixe.
Bi şoreşek çandî ya wisa pir berfireh ve, me karî vê tevlî pêşketinên PKK‟ê yên salên dawî bikin. Yeqîn dikim ev jî pêşketinek pir girînge, ne tenê di nava PKK‟ê û di asta şoreşa netewî de, di qada nav-netewî de jî bandora wê her ku diçe weke pêşketinek baş tê hîskirin dinirxînin.
Çi ji ber roja yekîtî û têkoşîna kedkaran, çi jî ji bo amadekariyên nava PKK‟ê yên em di vê pêvajoyê de dimeşînin, sosyalîzm di kesayeta PKK‟ê de pêkanîn, hêviyek mezin dide.
1 Gulan 1996
Rêber APO
Çavkanî: DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRARE