QAMIŞLO – Turnoveya futbolê ya Şehîd Vejîn Jiyan a bi diruşmeya “Vejîn bibe, jiyan dibe, azad spor bike” îro li Yarîgeha Dostaniyê ya Norwêcî, li hundirê navenda Encûmena Werzîşê ya bajarê Qamişlo bi dawî bû. Turnove ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan, Desteya Ciwan û Werzîşê, Meclîsa Werzîşê ya Cizîrê û Desteya Perwerdeyê ya Cizîrê hat li darxistin û 3 roj berdewam kir. Hemû jinên ciwan ên ku di turnuve de cih digrin xwendekarên dibistanên navîn û amadehî yên bajarê Qamişlo ne.
Tîma Dibistana Şehîd Şervan bû şampiyona turnoveya Şehîd Vejîn Jiyan, piştî ku di maça fînalê de li hember tîma Dibistana Şehîd Jîr Qamişlo bi penaltiyan bi encama 2-1 bi ser ket, piştî bidawîhatina maçê di demê asayî de bi encamê 1-1.
Tîma Dibistana Şehîd Mehmûd Esad jî pileya sêyem bi dest xist.
Di dawiyê de hemû listîkvanan tîmên di pileyên yekemîn, duyemîn û sêyemîn hatin xelat kirin û tîma Dibistana Şehîd Şervan bi coş govend girt.