REQA – Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê şehîd Ednan Mistefa Mihemed, endamê Hêzên Ewlekariya Hindurîn, ku duh li Reqayê şehîd bibû bi merasûmekî oxir dikin.
Girseya gel ber bi goristana şehîdan a li gundê El-Hewkimiya yê gundewarên Reqayê ve bi rê ket. Merasîm bi amadebûna şêniyên Reqa û endamên saziyên sivîl û leşkerî destpê kir.
Di serî de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tûrenekî leşkerî û deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê hat girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê axaftinek hate kirin. Axaftin tekez kir ku şehîd di dilê şopdarên wê de dijîn û tiştê herî girîng û herî mezin e ku ew serbilind in.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê jî Feyrûz Mihemed axivî û behsa şehîd Ednan Mistefa û berxwedan û têkoşîna wî kir. Li ser navê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê, Emel El-Casîm jî axivî.
Piştre wesîqeya şehadeta şehîd Ednan Mistefa hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştî wê tûrenê leşkerî yê Hêzên Ewlekariya Hindurîn bi dawî bû û şehîd Ednan Mistefa li goristanê hat veşartin. Di dawiyê de ji bo şehîd nimêj hat kirin.