NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji Wezareta Dadê re ku got Rêber APO sûdê ji mafên xwe digir, wiha got: “Eşkere bikin, herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin.”
Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO, ji bo hevdîtinên malbatê û parêzeran pêk bên di 7’ê Kanûna 2023’an de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersiva serlêdanê da û îdia kir ku ji Rêber APO 38 meh in tu agahî nayên girtin sûdê ji mafên xwe digire.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser medyaya sanal ji bo bersiva wezaretê wiha got: “Em bang li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin ku eşkere bikin herî dawî kengî li Îmraliyê hevdîtina malbatê û parêzeran çêbûyeve.”