ŞENGAL – Gelê Şengalê, îro ji bo şehîd Zozan Hesekê ya fermandarê YPJ ku di 2’ê Adara 2024’an de şehîd bû,bi merasimekê bibîranî. Merasîm saet 10:30’an de li Şehîtlîka Şengalê pêk hat û gelek nûnerên Rêveberiya Xweser ser kesayet û tekoşîna wê, axivîn.
Fermandara YPJ’ê Şehîd Zozan Hesekê, bi navê rastî Munever Fatimê, 34 salan têkoşîn û jiyana şoreşgerî da meşandin. Hem di asta leşkerî de bi pêşxistina xweparastina jinê û hem jî di her xebatêkê qada civakê de taybet perwerdekirin de roleke pêşeng leyst. Wê bi vî rengî fikir û ramanên Rêber Apo ku nas kiribû, di jiyana xwe de belav kir. Wê li çar parçeyên Kurdistanê û bi salan li Şengalê, beriya fermanê jî, ji bo azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşiya.
Şehîd Zozan Hesekê ji ber keda ku ji bo civaka Êzîdî da bû, aliyê gelê Şengalê ve xwedî cihêke taybet bû. Ji 7 heta 70 salî wê nas dikirin û ji dilpakî, durustî û rastbûna wê îlham digirtin. Wê taybet her tim gelek piştgirî da ciwanên Şengalê ku hêviya siberojê û hêza guhertinê tê de didît.
Di 2’ê Adarê de Şehîd Zozan tevlî karwanên nemiran bû.