NAVENDA NÛÇEYAN – Di dema şoreşa îndustriyalîzme ku taybet li Amerika û Ewropa pêşketiye karkeran di bin zext û zorî û xebatên pir giran bi fonên kêm dixebitîn. Di wê demê de karkeran wek proleter xwe rêxistin kirin û ji bo mafê xwe tekoşiyan. Di we deme de hêzen emperiyalîst bi hovitiya xwe bersiv didan û gelek karkeran hatin girtin, işkence dîtin û qetîl kirin.
Îro di wê rojê de ku karkeran li Emerika ji bo mafê xwe meşekî mezin lidarxistin em weke roja karkeran nasdikin û pîroz dikin. Ev roj di dîroka sosyalîsmê de wek roja tekoşîn û şoreşê hatiye diyar kirin. Rojeke ku karkerên ku di bin kapîtalîzmê de weke kole hatine şixulandin li hember wê derketin pêş û bi armance sosyalîzmê û mafê mirovan xwe rexistin kirin.
Heya îro ev tekoşîn didome û taybet bi derketina Rêber APO û avakirina PKK heya roja îro tekoşînekî bêhempa dimeşe. Ji bo wê Rêber APO ji beriya 25 salan hatiye dîlgirtin û heya îro di girtîgeha îşkence ya Îmraliyê di bin tecrîdekî giran de dimîne.
“Tevgera me ya sosyalîst ku li ser vî bingehî derketiye holê û di roja me de veguheriye partiya herî pêşketî, bêguman dê ji vir û şûn de jî xurt, biryardar û bi şêweyek serkeftî ber bi armancên xwe ve bimeşe. Ji ber vê em dibêjin; bersiva roja ked, yekîtî, pişgirî û têkoşînê ji 1‟ê Gulanê re erênî hatiye dayin. Me girêdana xwe ya bi kedkarên cîhanê tevê re domandiye, baweriya xwe ya li hember dîrok û rojaneya wê raber kiriye. Em dibêjin ku; me pêşeroja xwe jî li ser vî bingehî bi şêweyek herî baş bi biryar kiriye. Bijî roja yekîtî, pişgirî û têkoşîna hemû kedkaran 1‟ê Gulanê!”
Rêber APO (1 Gulan 1993)
Lê eger Rêber APO dernektiba wan pîvanên sosyalîst, wan dîroka sosyalîst ku wek di 1’ê Gulanê de hatiyê nivisandin heya îro taybet li Kurdistanê ewqas xurt nedimeşiya. Berovajî wê mirin û ketin her derî de belav biba. Ji bo wê lazime weke Duran Kalkan di nirxandina xwe de jî diyar kir: “1’ê Gulanê bikin roja ku hemû karker û kedkar, hemû hêzên çep ên sosyalîst, hemû bindestan, jin û ciwan li hemû cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin!”