NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Milîsên Jale Yeşilnil ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) hate gotin: “Em weke leşkerên Şoreşa Yekbûyî hemû hevrêyên xwe yên di têkoşîna kedkar û azadiyê de nemir bûne, di serî de şehîdên 1’ê Gulanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bi cesareta Jale Yeşîlnil a di 1’ê Gulana 1977’an de hat qetilkirin li kolanan in.
Di şeva navbera 30’ê Nîsanê û 1’ê Gulanê de me weke HBDH’ê Milîsên Jale Yeşîlnil çalakî pêk anîn. Me 1’ê Gulanê pîroz kir û çalakiya propagandayê li dar xist.
HBDH banga me ya Mîlîsên Jale Yeşîlnil e; Hemû karker, kedkar, ciwan, jin tevlî refên HBDH’ê dibin. Ji faşîzmê hesab bipirsin.
Em 1’ê Gulanê roja “Yekîtî, têkoşîn û hevgirtinê” li hemû gelê xwe, bi taybetî li hemû kedkar û kedkaran pîroz dikin. Em ê rojekê jî bê hesab ji faşîzm û patronên wê nehêlin.
Bijî 1ê Gulanê!
Bijî HBDH!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!”