NAVENDA NÛÇEYAN – PDK rê nade cenazeyê 2 kolberên ku di encama êrişa balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, ji aliyê malbatên wan ve werin wergirtin.
Di 28’ê Nîsana 2024’an de, 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Ehmed Heyderî xelkê Serdeşt û bavê zarokek, herwiha Resul Çekal yê xelkê Serdeşt û bavê 3 zarokan, derbasî sînorê çiyayên Xêre û Lolan yên ser bajarokê Sîdekan ya ser bi Hewlêrê bûn, di encama êrişa balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan cenazeyê kolberan hîn jî li cihê xwe mane, li gorî agahiyan malbatên her du kolberan ji bo Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, lê çekdarên girêdayî PDK’ê rê nadin malbat cenazeyê zarokên xwe ji cihê bûyerê werbigirin.