REQA – Di bin dirûşmeya “Bi hêza kedkaran emê Neteweya Demokratîk ava bikin” Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekîtiya Kedkaran li Reqayê bi beşdariya saziyên sivîl, leşkerî û tevgerên jin, pîrozbahiyekî ji bo Roja Karkerên Cîhanê, 1’ê Gulanê li dar xistin.
Şahî bi bixêrhatina mêvanan û bi deqayekî rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre jî Zahir El-Ebdullah axivî.
Her wiha, ji aliyê Nisrîn El-Hesen, hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Reqayê axaftin hat kirin.
Piştî axaftinan stranên gelêrî bi zimanê erebî û kurdî ji aliyê navenda çandê ve û ji aliyê Ehmed El-Omer, Malik El-Teym, hevrê Nisrîn Botan û Danîş Botan ji bajarê Qamişlo hate pêşkêşkirin.
Şahî bi dîlanên gelêrî yên kurdî û erebî bi dawî bû.