NAVENDA NÛÇEYAN – Îro Roja Navnetewî ya Kedkaran, 1’ê Gûlanê, li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat pîroz kirin.
Li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê di bin dirûşmeya “1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê Pîroz Be, Bi Hêza Karkeran em ê Netewa Demokratîk ava bikin û Azadiya Rêber Apo Mîsoger Bikin” roja karkeran a cîhanî bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Şahiyê bi sekinîna deqeyek ji bo giyana pakrewanan dest pê kir. Piştî wê 1’ê gulanê, cejna karkerên cîhanê, li karkerên cîhanê, tevgera azadiyê û gelê Kurd hat pîrozkirin, li aliyê din li ser navê hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Şêrîn axaftin kir û cejna karkeran li gelê Kurd û tevahî gelên Arî pîroz kir. Her wiha li ser navê Rêveberîya Xweser Necî Selamê bi zimanê Erebî axaftin kir û da zanîn ku roja karkerên cîhanî bi felsefeya netewa demokratîk a Rêber Apo ronîdar û bi wate dibe.
Piştî axaftin bi dawî bûn koma şehîd Avêsta ya stranan hat pêşwazîkirin û stranên xwe gotin. Li ser navê Tevgera Çand û Hunerê Mihemed Wêsî helbestek bi zimanê Erebî li ser Rêber Apo got. Li rex wê jî koma Şengalê ya stranan gelek stran pêşwazî kir.
Di berdewamiya şahiyê de jî keçeke xwendekar a bi navê Rozîn li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê helbestek xwend û endamê koma Engîzek Ezîz stranek bi zimanê kurdî got. Di dawiyê de jî şahî bi stran û govendê bi dawî bû