MINBIC – Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbic Ehmed Mihemed El-Mubarek bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Minbicê hate oxirkirin. Şêniyên gelê Minbicê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û saziyên sivîl, leşkerî û tevgerên jin beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma bi birina cenaze ji pêşiya nexweşxaneya Firatê ber bi Goristana Şehîdan ve dest pê kir. Li wir, di serî de deqayeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê hat rawestîn. Piştre berdevkê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehraman û Cuma Heyder axivîn û behsa lehengî û fedekariya şehîdan û têkoşîna wan kir.
Piştî wî wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd Ehmed Mihemed El-Mubarek hat kirin. Ji bo şehîd nimêj hat kirin û cenaze hat veşartin.