SILEMANÎ – Ciwanek lawirhez ku rojane xizmeta pisîk, kûçikan û ajalên kovî dike, bang li her kesî dike ku jîngeha Kurdistanê biparêzin û di wê baweriyê de ye ku her kesê jîngeh û ajalên Kurdistanê neparêze, ji dijminên ku rojane Kurdistanê bomberdûman dikin cudahiya wan nîne.
Diyar Hesen ciwanek lawirhez yê bajarê Silêmaniyê. Diyar bi xizmeta xwe ya ji bo pişîkan û ajalan tê naskirin ku her roj li baxê Giştî pişîkan tîmar dike û xizmeta wan dike. Di heman demê de bi hevalên xwe re rojane serdana çend kûçikên bêxwedî li kolanan dike. Li gel peydakirina xwarinê, dermankirina li veterîneriyê jî dabîn dike. Li çiya û cihên dûr, havînan jî li gorî şiyana xwe ava vexwarinê ji bo çûk û jîndarên kovî peyda dike.
Diyar rojane ji bo belavkirina hişyariya beramberî jîngehê û lawiran, vîdyoyên kurt li ser medya dijîtal belav dike. Diyar Hesen di wê baweriyê deye ku di wê baweriyê de ye ku xizmetkirina ajalan û jîngehê di warê berdewamkirin û avakirina hevsengiya ser ruyê erdê û domandina jiyanê, dê bibe alîkar.
Wek Diyar bi xwe dibêje kesên ku jîngeh û ajalên Kurdistanê neparêze, ji dijminên gelê Kurd cudahiya wan nîne û wiha axivî: “Cihê van pisîkan nêzîkî cihê karê minin. Parka Azadî jî bi heman şêwe. Ger hemû rojan nekarim, rojek têm rojek na. Herî kêm mirov bikare xwarina şevê ji bo wan dabîn bike. Ne kême. Ji bo xizmetkirina lawiran di nava civakê de weke çandekê lê were.”
Diyar Hesen weke dibêje tenê alîkariya pisîkan nake, li gel wan li gorî hêza xwe xizmeta kuçikên bê xwedî, lawirên kovî û çûkan dike ku beriya çend rojan karîn çend golên avê li Çiyayê Goyje ji bo kûçikên bêxwedî, çûk û lawirên kovî dabîn bikin.
Ciwanê lawirhez her wiha qala armanca xwe ya têkildarî van xebatên xwe kir û wiha got: “Armanca me ew e ku bi taybet di vê demsalê de ku av gelekî girîng e, li Kurdistanê lawirhezî bibe diyardeyeke xweş. Mînak her kesek ger xwarin jî dabîn neke dikare li mala xwe tasek av ji bo di vê werzê de ji bo çûkên tî dibin bihêle. Ez ji sala 1996’an vir ve bi ajalan re eleqedar im. Di wan salan de min rovî hebûn û min ew xwedî dikirin. Niha jî bi kurtevidiyoyan ez êş û nexweşiyên lawiran bê mal belav dikim. Her wiha ji xelkê re dibêjim ku ger nikarin hevkarî û xwarin bidin lawiran, herî kêm zererê nedin. Her dema ku agahiya min çêbibe ku lawirek li cîhek pêwîstî bi alîkariyê heye, ez çûme alîkariya wê bêyî ku alîkariya cihek yan jî aliyek din hebe.”
Diyar Hesen her wiha qala zehmetiyên ku ajalên bê xwedî jiyan dikin kir û wiha pê de çû: “Her roj em dibînin ku gelek ji kuşikên bê xwedî tên êşkencekirin û dikevin bin otomobîlan, yan jî lingên wan dişkênin yan jî tên gulebarankirin. Cihê keyfxweşiyê ye ku daxwazên me bi cih tên. Niha li Silêmaniyê penagehek ji bo kûçikên bê xwedî hatiye vekirin, ez wan pîroz dikim. Her wiha hêvî dikim ku vî xebatên xwe berfirehtir û baştir bikin.”
Diyar Hesen di dawiya axaftina xwe de balkişand ser dagirkerî û wêrankirina welatên dijmin ku rojane êrişî xweza û jîngeha Kurdistanê dikin û wiha anî ziman: “Rojane dijminên Kurdistanê, rez, bax û lawirên Kurdistanê bombebaran dikin û tune dikin. Ger Kurdek ne xwedî hesta parastina jîngehê û hezkirina lawiran be, çi ferqa wan ji dijminên Kurdan heye ku rojane çiya û jîngeha Kurdistanê bombebaran dikin. BI zererdayîna beqek ya Kurdistanê jî dilê dijminên Kurdan xweş dibe. Ji ber ku armanca dijmin ewe ku mal, welat, nasname, jîngeh, ajal û axa Kurdan wêran bike.”
Çavkanî: Rojnews