NAVENDA NÛÇEYAN – Ewropa milyar Euro dide ji bo penaberan edî neyen Ewropayê. Na tene diwaren derdora Ewropa avadikê, zindanên û polîsen taybet ji bo penaberan avadikê. Dewletan derdora Ewropa jî Milyon û Milyar pere dide ji bo wan dewletan rêya penaberan asteng bike û nahelê penaber derbasî Ewropa bibin.
Yek ji wan dewletan dewleta Tirkiyê. Dewleta dagirker a Tirk ku bi siyaseta xwe ya qirkirinê dibe sedem ku Milyon insan bere xwe didin Ewropayê. Dewleta Tirk a dagirker ji bo penaber derbasî Ewropa nebin milyonan pere ji Ewropa distîne. Ew diwarên ku dewleta Tirk a dagirker aliyê sînora Sûriyê, Iraq (Başûrê Kurdistan) û Îran ya Rojhilatê Kurdistan avakiriyê, bi pereyên Ewropa hatiyê çekirin.
Zindanên ku li Tirkiyê ji bo penaberan hatin avakirin jî dibin berpirsyariya Ewropa de ye.
Ji bo Ewropa berpirsyariya penaberan ku di qanûnen xwe hatin diyar kirin edî xelas bibe, milyar para didin rejîmên faşîst û dagirker. Dewletên Ewropa ye (EU) bi navê alikarî di demen dawî de 2.6 Milyar Euro dan ji bo Lubnan ku nahele penaberan derbasî Ewropa bibin. Niha bi navê alîkarî peymanekê nû çekirine û milyar euro didin bi armanca ku penaber nikaribin bê musade derbasî Ewropa bibin. Her wiha Ewropa 7.4 Milyon Euro daye ji bo Misîr rêya penaberan asteng bike.
Siyaseta Ewropa di aliyê NATO û UN de şer ku li Rojhilata Navîn diqewmî finasê dike û geş dike. Bi siyaseta xwe şere Taybet û Krîz û Kaos li Rojhilata Navîn zêde dike ji bo dikarê ser wî xwe dewlemend bike û ser gelên Rojhilata Navîn serdest bibe.
Pewiste siyaseta deshilataran û hêzen emperiyalîst were dîtin, femkirin û teşîr kirin. Pewiste kes xwe nexapîne. Şuna ku welatê xwe de xwe rexistin bike û ser wî esasî welatê xwe li hember wan êrîşkaran biparêze û jiyana xweşîk avabike, bere xwe didin deste dijmin û bi hezaran para didin çeteyên ku aliyê rejîmen faşîst Û NATO vê hatin mezinkirin.
Rewşa ku em jiyan dikin rewşa şere. Di her aliyê jiyanê de dijmin hewl dide me tinê bike û hebûna me asteng bike. Li gorî we lazimê ev edi bizanibin û em kudere ji bin bila bin li hember wan xwe rexistin bikin û nahelîn ku ev dijminatî dikare di nav me de serbikeve.
Desthilatdarî desthilatdarî destek dide. Ev siyasete Ewropa ye û di dîroka wan de jî diyar dibe. Bila em şuna wê weke gelekê bindest destek bidn hev û bî wi rengi bibin hêz, bibin yek ku dikare li hember wan kiryarên qirêj û bazarî bibe bersiv.