HAMBURG- Li bajarê Hambûrg ê eyaleta Bakurê Elmanyayê, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” de, jinên ciwan di pêşengiya TekoJIN de wê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” di 11’ê Gulanê de meşekê li dar bixin. ”
Jinên ciwan diyar kirin ku ji bo di îdeolojiya Rêber APO de bibin yek û li ser vê bingehê azadiya jinê pêk bînin, divê azadiya fizîkî ya Rêber APO ya weke pêşengê îdeolojiya azadiya jinê ya ku li cîhanê nehatiye dîtin, pêk were.
Komîteya Amadekar a meşê:
“Rêber APO pirsgirêka Kurd a ku weke pirsgirêka Rojhilata Navîn tê pênasekirin, weke pirsgirêka jinê nêz dibe. Li ser vê bingehê tê zanîn ku Rêber APO dara hişk şîn kir, ango mirovekî mirî vejîn kir. Di heman demê de di civaka Rojhilata Navîn de ku xwedî çanda herî feodal û nêzîkatiya herî paşverû ye, Rêber APO bi pêşengiya azadiya jinê berxwedaneke mezin û civakeke fedakar a bêhempa afirand. Weke jinên ciwan ên di encama polîtîkayên dijmin de hatin Ewropayê, em azadiya Rêber APO weke azadiya xwe dibînin û diyar dikin ku em ê li ser vê bingehê têbikoşin. Ji ber vê yekê banga me li hemû gelê me yê welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer ên li başûrê Elmanyayê dijîn; Werin em têbikoşin û rêxistineke xurtir ava bikin. Werin em di çarçoveya felsefeya Rêber APO de bi rêxistinbûna xwe bigihêjin serkeftin û azadiyê.”
Cih: Hamburg Hauptbahnhof
Dîrok: 11.05.2024
Dem: 15.00